Thursday, January 19, 2012

Ava Homa Interviews a Rising Kurdish Star: Bekir Orhan (Kermanji)

‘’Huner baştirîn rê ye bo nasandina pirsa Kurd’’
14/01/2012
Ava Huma
Rûbirûbûna siyaseta tirkkirinê di tabloyên Bekir Orhan de
Toronto: Tirkiyê careke din hevwelatiyên sivîl ên Kurd kuştin û mixabin cîhanê jî careke din derbarê vê tawanê de çavê xwe girt. Di destpêka sala nû de ku dema xwenûkirinê ye, Kurd dîsan nîgeran û xembar bûn.
Lê belê cihê kêfxweşiyê ye wek Kurd kesên me yên wiha xwedan şiyan û berhemend hene ku çeka destê wan huner û dahênan e, yên wiha ku firçeya dest çeka wan e û ji bo dinyayê ji êş û janên neteweya xwe agahdar bikin bi zimanê navneteweyî huner diaxifin.
Bekir Orhan, yek ji wan behremendê Kurd e ku hêjaye mirov şanaziyê pê bike. Orhan ji Bakurê Kurdistanê ye, lê belê niha li bajarê Atlanta yê Wilayeta Corcia ya Amerîka rûdine. Dîplomaya wî ya master di hunerên xweşik û dîzaynê de heye.
Hunermendê Kurd Bekir Orhan gelekî kêfa wî ji vegotina çîrokên Kurdî re tê, êdî çi bi axaftin be yan bi rêya nîgarkêşiyê. Navbirî dersa huner û govenda Kurdî daye zarok û ciwanên Kurd.
Bekir dixwaze çîrokeke serdema zaroktiya xwe ji xwendevanan re bigerêne: Rojekê ez û dayika xwe çûne daîreya postê, da telefonê ji birayê xwe yê mezin re bikin ku leşkerî dikir, wê demê temenê min neh salî bû û li polê sisiyê bûm, wê demê jî li hemû malekê telefon nebû ji ber biha bû, dema em gehiştin daîreya postê, diya min ku nexwendevan û bi Tirkî jî nizanîbû, wê demê jî tenê divabû bi Tirkî biaxifî, reqema telefonê da min da telefonê bikim, ez jî bi birayê xwe re axifîm û piştî qediya êdî tişta em axifîbûn min ji diya xwe re behs kir. Evna cara yekem bû ku rolê wergêr bibînim, ji ber ez li dibistanê fêrî Tirkî bûbûm. Gotûbêja di telefonê de ya navbera min û birayê min ê mezin wiha bû:
Bekir: Tu Şewketî?
Şewket: Belê Şewket im, Tu Bekir î ne wiha?
Bekir: Belê ez Bekir im, diya min li vir e silavan li te dike.
Şewket: Ez jî slavan lê dikim û tendirûstiya wê çawa ye?
Bekir: Diya min dibêje ma pere pê re hene?
Şewket: Belê bi min re hene
Bekir: Diya min dibêje ezê hinek pereyan jê re bişînim.
Şewket: Na na pera ji min re neşînin, niha bi min re hene
Bekir: Tu karê te nîne?
Şewket: Na tenê slavan li hemûyan bike
Bekir: Baş e bi xatirê te
Şewket: Xwedê bi tere be...
Bekir dibêje; ‘’Heta niha jî tê bîra min bê çawa dayika min nîgeran û tilteng bû ji ber heta dû salan nikarî ligel birayê min ê mezin biaxife ku leşkerî dikir. Diya min bi Tirkî nedizanî û Kurdî jî qedexe bû, herwiha çavdêrî li ser telefonkirinê jî hebû, ger bi Kurdî biaxifiyaya cezayekî dijwar hebû ku digihişte kuştinê jî.’’
Bas: Gelo wê xem û êşê tu kirî hunermend an hunerê ti hilbijartî?
Bekir Orhan: Nikarim bi tevahî bersiva vê pirsa te bidim, lê hewqasî ji hunerê dizanim, ku xwe bextewer dibînim dikarim karê hunerî bikim, huner ji bo min ew e bikaribim a dilê xwe derbixim ku nikarim bi awayê nivîsîn û axaftin bînim ziman. Wek hunermendekî nîgarkêş kêfxweş im ku bê sînor dikarim ya dilê xwe bînim ziman.
Bas: Ji bo çi nameya te ya masterê derbarê zimanê Kurdî de bû?
Bekir Orhan: Ji ber wê rewşa zimanê Kurdî ku li Tirkiyê heye û Tirkiye ziman û kultura Kurdî înkar dike. Heta sala 1991-ê zimanê Kurdî bi tevahî qedexe bû wek axaftin, nivîsîn, strangotin û her kesekî ew qedexe binpêbikirda, bi awayekî dijwar dihat cezakirin. Heta niha jî xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkiyê qedexe ye di demekê de ku zêdeyî 20 milyon Kurd hene.
Bas: Tu dikarî qala projeyên xwe yên derbarê zimanê Kurdî de ji me re bike?
Bekir Orhan: Navê projeya min ‘’Bîrewerî Ligel Zimanê Dayikê’’ ye ku nameya min a masterê nîşandaneke şêwekarî ye bo ziman û kultura Kurdî. Min qala encam û bandorên qedexekirina zimanê Kurdî kiriye li ser jiyana xwe ya niha. Bi dirêjî min behsa ezmûnên dijwar kiriye ku di jiyana xwe de rûbirûyê wan bûme û di encam de min di nîgarkêşiyê de pêşan dane. Proje ji bo ez xwe bibînim çi wek Kurdek an hunermendek.
Bas: Bi nerîna te huner bi çi awayekî dikare xizmeta pirsa Kurd bike?
Bekir Orhan: Huner tişteke mirov nikare di jiyana xwe de paşguh bike. Ji ber beşeke ji nasnameya her neteweyekê. Huner dikare baştirîn rê be bo nasandina pirsa Kurd bi cîhanê, ji ber bi zimanekî hevbeş ê cîhanî tê vegotin wek pêşangehên şêwekarî-nîgarkêşî, festîvalên sînema û konserên stranan. Axaftinek heye dibêje ‘Wêneyek ji hezar bêje binirxtir û karîgertir e’. Wate em wek Kurd pêdiviya me bi gelek wêneyan heye. Projeya min nasandina ziman û kultura Kurdî ye, vegotina dîrok û şepola tirkkirina Kurd de li Tirkiyê ku ji destpêka sedsala 20-an ve dest pê kiriye.
Di dawî de dikarim bibêjim ku kesên hunermend wek Bekir Orhan dikarin bi rêya hunerên xwe, dirindayetiya-wehşetiya Tirkiye ya hevpeymanê Amerîka pêşan bidin, Tirkiyek ku hê jî wê xewnê dibîne bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa!.
Ji bo agahiyên zêdetir derbarê Bekir Orhan de hun dikarin serdana malpera wî bikin: www.obekrorhan.com

No comments: